Duhê du welatiyên medenî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kuştin.
Artêşa Tirkiyeyê êrîş û operasiyonên xwe yên bi hinceta pkk li deverên sînorî yên herêma Kurdistanê didomîne.
Di çarçoveya wan êrîş û porasiyonan de duhê balefirên şer yên Tirkiyeyê gundê Dêwêkê ya li Şêladizê bordiman kirin û di encama bordimana han de du welatiyên Kurd bi navên Seîd û Azar ku, li eraziyên derdorê gundê mişxûlî kom kirina giyayên buharî bûne şehîd ketine.
Kesûkarên şehîdan jî dibêjin cîhê ku, hatiye bordimankirin cîheke medeniye û ti çekdarekî pkkê li vê deverê tuneye.
Weke tê zanîn di nava du salên derbasbûyî de heta niha zêdetir ji 20 welatiyên medenî jiber bordimanên raste rast yên Tirkiyeyê canê xwe ji dest dane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin