Amerîka bersifa êrîşa Hûsiyan da

Amerîka dibêje bersifdayîna me berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Balefirgeha Hudeyde hatiye bordimankirin.

Li gor nûçeyeke kanala Mesîre ya Yemenî hêzên Amerîkî û Brîtanî di bersifa êrîşa duhê ya çekdarên Hûsî de bo ser keştiyeke Amerîkî, êrîşî ser balefirxaneya navnetewî ya Hudeyde kirine.

Çavkaniyê diyar kiriye ku, duhê bişev Amerîka û Brîtanya du caran êrîşî ser vê balefirxaneyê kiriye ku, têde çend navendên çekdarên Hûsiyan hene.

Weke tê zanîn Amerîka duhê soz dabû bersifeke tund bide êrîşa hûsiyan bo ser keştiya qargo ya Amerîkî ku, di encam de 3 kes hatibûn kuştin û 4 kes jî birîndar bibûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.