Behsa rewşa deverê di civînê de hatiye kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Cîgira wezîrê derve yê Amerîkayê Victoria Taylor kir.
Di civînê de ku, Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Mark Straw jî têde beşdar bû, behsa serdana Serokwezîrê herêma Kurdistanê bo Washingtonê hate kirin û bi serdaneke serkeftî hate wesifkirin.
Her di heman civînê de behsa rewşa siyasî ya Îraqê, têkiliyên navbera Kurdistan û hikûmeta federalî û kêşeyên berdem têkiliyên han hate kirin û tekez li ser pêwîstiya parastina aramiya Îraqê û rola hêzên hevpeymanan di parastina aramiya Îraqê hate kirin.
Hilbijartinên parlementoya Kurdistanê mijareke din ya vê civînê bû û Serok Barzanî jî piştîvaniya xwe bo hilbijartinan diyar kir û dilgiraniya xwe jî li hember biryarên dadgeha federalî bo nehêştina kotayên taybet bi pêkhateyan diyar kir û ragihand ku, ev biryar zirarê dide prosesa demokrasiyê.
Têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê jî mijareke din ya vê civînê bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin