Serokê herêmê li gel balyozê Azerbayicanê civiyaye.
Duhê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel balyozê Azerbayicanê yê li Îraqê Nesîr Memedov civiyaye.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa giştî ya deverê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Azerbayicanê de hatiye kirin û her du alî behsa derfetên pêşde birina zêdetir ya têkiliyên du alî kirine.
Her di heman civînê de nîqaş li ser vekirina Konsulusxaneya Azerbayicanê ya li Hewlêrê jî hatiye kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin