Hakan Fîdan: Em hewl didin têkiliyên xwe li gel Sûriyeyê normal bikin

Sûriye beriya niha çend caran daxwaza Tirkiyeyê red kiribû.
کوردستان TV
100%

Dibêje li gel wezîrê derve yê Rûsyeyê behsa vê mijarê kirine.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku, rixmî xwestek û hewldanên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê lê hîn jî ev têkilî nehatine normalkirin.

Hakan Fîdan eşkere kiriye ku, niha dem bo normal kirinê ne goncawe û li gel wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov jî li ser vê mijarê giftûgo kirine.

Weke tê zanîn beriya niha çend caran Tirkiye raste rast daxwaza normal kirina têkiliyan li gel Sûriyeyê kiribû lê Sûriye ragihandibû ku, heta Tirkiye ji axa Sûriyeyê nevekêşe vê Sûriye bo normal kirinê ti gavek navêje.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.