Jeneral Michael Eric Kurilla çûye Rojavayê Kurdistanê

li gel Fermandarên hêzên Amerîkî û HSD civiyaye.
کوردستان TV
100%

CENTCOM di vê derbarê de daxuyanî daye.

Fermandarê navendiya Amerîkayê îro duşem belav kir ku, di dawiya meha Sibatê de Fermandarê giştî yê Fermandariya navendî ya Amerîkayê Jeneral Michael Eric Kurilla serdana Rojhilata Navîn kiriye.

Di daxuyaniya vê Fermandariya han de qala vê yekê hatiye kirin ku, Jeneral Michael Eric Kurilla serdana Îsraîl, Misir, Urdin û Bakûrê Sûriyeyê kiriye.

Di beşek ji vê daxuyaniya han de behsa serdana Jeneral Michael Eric Kurilla bo Rojavayê Kurdistanê ( Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê) hatiye kirin û hatiye nivîsandin ku, Michael Eric Kurilla serdana kempa Hol, kempa Roj, navendên leşkerî yên Amerîkî yên li Reqa û Dêra Zorê, Tenef û Hesekê kiriye û li gel rayedarên deverê, Fermandarên hêzên Amerîkî civiyaye û rewşa deverê ji nêz ve şopandiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.