Bulgariya daxwaza petrola Kurdistanê dike

liv û tevgerên torîstîkî jî di navbera her du aliyan de zêde dibin.
کوردستان TV
100%

Eger heye Serokê Bulgariyayê serdana Kurdistanê bike.

Ajansa fermî ya Bulgariyayê li dor hevdîtina navbera Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokê Bulgariyayê Rumen Radf nûçeyek belav kiriye.

Di vê nûçeyê de ajansa fermî ya Bulgarî ragihandiye ku, di civîna navbera her du aliyan de rixmî xwesteke her du welatan bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan, herwiha Bulgariya amadebûna xwe û xwesteke xwe bo kirîna petrola xam ya Kurdistanê diyar kiriye.

Her di heman civînê de tekez li ser zêdetir kirina liv û tevgerên torîstîkî di navbera her du aliyan de bi taybetî çûna torîstên Bulgarî bo Kurdistanê hatiye kirin.

Di dawiya nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku, Serokê herêma Kurdistanê daxwaz ji Serokê Bulgariyayê kiriye serdana Kurdistanê bike û eger heye Serokê Bulgariyayê serdana herêma Kurdistanê bike.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.