Duhê daxuyaniyeke berfire daye.
Nunerê Amerîkayê yê di nava hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê de Ian J. McCary ragihand ku, raste daxwaza Îraqê bo vekêşana hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî li Îraqê heye lê heta niha ne Amerîka û ne jî hevpeymaniya cîhanî ti pilanek bo vekêşîn ji Îraqê amade nekiriye.
Ian J. McCary eşkere kiriye ku, Amerîka û hevpeymaniya cîhanî bo şerê dijî DIŞI û terorê li ser daxwaza Îraqê çûne vê welatî û şerê dijî DIŞIê hîn jî berdewame lewre hîna ti niyet û pilaneke Amerîka û hevpeymaniya cîhanî bo vekêşînê tuneye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin