Dibêje Libnan amadeye bo danûstandinê.
Wezîrê karûbarên derve yê Libnanê Ebdulah Bûhebîb ragihand ku, hikûmeta Îsraîlê daxwaz û pêşniyara Libnanê ya bo ragihandina agirbestê di navbera Libnan û Îsraîlê de red kiriye.
Bûhebîb herwiha eşkere kiriye ku, bo pêşî girtin ji derketina şer û aloztir bûna rewşa deverê Libnan amadeye bi awayeke ne raste rast li gel Îsraîlê danûstandin bike.
Nav hatî huşdarî daye û gotiye ku, eger Îsraîl êrîşî ser Libanê bike vê demê ev şer tenê şerê Libnanê nebe belku, bibe şereke mezin ya herêmî.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin