Ehmed Tirk sersaxî dide Serok Barzanî

hefteya derbasbûyî xuşika Serok Barzanî koça dawî kiribû.
کوردستان TV
100%

Dibêje min gelek dixwest biçim Kurdistanê.

Siyasetmendar û Hevserokê berê yê şaredariya mezin ya Mêrdînê Ehmed Tirk di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistantv jiber wefata Zekiye Mistefa Barzanî sersaxî da Serok Barzanî.

Ehmed Tirk diyar kiriye ku, gelek dixwest bo beşdarî kirin di merasîmên şînê de beşdar be û dilê wî li gel Barzanî û malbeta wî bûye lê jiber biryara qedexeya derketin ji Tirkiyeyê nikariye were Kurdistanê û beşdarî di merasîma şînê de bike.

Tirk herwiha hevxemiya xwe jî bo malbeta Serok Barzanî diyar kiriye.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.