Serokên Kurdistan û Bolgariya civiyan

daxwaza bilind kirina asta nuneratiya Bolgariyayê li Kurdistanê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Antaliyaya Tirkiyeyê civiyan.

Di çarçoveya serdana xwe de ya bo Tirkiyeyê ya bi mebesta beşdarî kirin di forma dîplomatîkî ya Antaliyayê de, îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serok Bolgariyayê Rumen Radev civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên Bolgariyayê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê di tevahiya waran de hate kirin û tekez li ser hebûna derfetên baş bo pêşde birina têkiliyan û hevbeşiya navbera Kurdistan, Bolgariya û Îraqê de hate kirin.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku, Kurdistan gelek girîngî dide têkiliyên xwe yên li gel welatên dost yên li Ewrûpayê û balkêşande ser xwesteke herêma Kurdistanê ya bo pêşde birina têkiliyên xwe yên li gel Bolgariyayê û daxwaz ji Bolgariyayê kir asta nuneratiya xwe li Kurdistanê bilindtir bike.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.