Serok Barzanî li gel Serokkomarê Ermenistanê civiya

Kurdistan û Ermenistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

 


Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Ermenistanê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Ermenistanê Vahgen Khachaturian kir.

Di civînê de Serokkomarê Ermenistanê stayîşa aramî û pêşkeftina herêma Kurdistanê û rola Serok Barzanî ya bo afirandina rewşeke aram û bihevre jiyana navbera pêkhateyên li herêma Kurdistanê û herwiha rûbirû bûna terorê û tundreviyê bilind nirxand.

Her di heman civînê de Serok Barzanî jî bi germî bixêr hatina Serokkomarê Ermenistanê Vahgen Khachaturian kir û balkêşande ser têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Ermenistanê de kir û spasiya Serok û welatê Ermenistanê kir bo rêz girtin ji mafên Kurdên nîştecîh li Ermenistanê.

Her du alî li ser vê yekê ku, aştî rêya yekane ya çareser kirina kêşeyên heyî yên li deverêye hemfirkirbûn.

Di berdewamiya civîna han de tekez li ser bihêztir û kûrtir kirina têkiliyên bazirganî yên di navbera herêma Kurdistan û Ermenistanê de kirin.

Têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Îraqa federal mijarên din yên vê civînê bû û Serok Barzanî ev yek diyar kir ku, pêbendî bi destûrê rêya  yekane ya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federaliye.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.