Di rojekê de du caran êrîşî ser vê navendê kiriye.
Li gor çapemeniya cîhanî duhê çekdarên hizbulahê li Başûrê Libnanê du caran êrîşî ser navenda leşkerî ya yekeya 146 ya artêşa Îsraîlê kirine.
Êrîşa ewil dan sibê pêk hatiye û êrîşa duyem jî bişev pêk hatiye û di encama êrîşê de 8 leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û birîndar bûne.
Ev êrîş piştî vê yekê pêk hat ku, Îsraîl jî roja duşemê di êrîşeke xwe de karîbû Fermandarekî mezin yê hizbulahê li başûrê Libnanê bikuje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin