5 dronên din yên Hûsiyan hatine xistin

Hûsî jî ev êrîşa han pişt rast kirine.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Amerîkayê ve hatine xistin.

Fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî ragihand ku, duhê bişev hêzên Amerîkî û hevpeymaniya deryaya sor karîne derbeke din ya dijwar li çekdarên Hûsî yên ser bi Îranê bidin.

Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye nivîsandin ku, hêzên wan di operasiyonekê de karîne 5 dronên hûsiyan yên ku, bo êrîş kirinê hatibûn amadekirin bixin erdê.

Ji aliyê xwe ve çepemeniya çekdarên hûsî îro çarşem ragihand ku, hêzên Amerîkî û hêzên Brîtanî êrîşî ser girava Labvaniyan ya li Parêzgeha Hudeyde kirine.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.