Serokê herêmê li gel balyozê nû yê Qeterê civiya

deriyên Qeterê bo Kurdistanê vekirîne.
کوردستان TV
100%

Kurdistan û Qeter têkiliyên xwe bihêztir dikin.

Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Qeterê li Îraqê Sultan bin Mubarek Elkobeyisî kir.

Serokê herêmê rixmî pîrozbayî kirin li balyozê Qeterê hêviya serkeftinê jî jê re xwest û kêfxweşiya xwe jî bi asta bilind û baş ya têkiliyên Qeterê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê diyar kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku, derfetên gelek baş bo bihêztir kirina têkiliyên Qeterê yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê de hene.

Ji aliyê xwe ve balyozê Qeterê jî kêfxweşiya xwe li hember destbikar kirina xwe weke balyozê welatê xwe li Îraqê diyar kir û tekez li ser vê yekê kir ku, tevahiya deriyên Qeterê bo Îraq û herêma Kurdistanê vekirîne û Qeter dixwaze di warên hêlbirîn, abûrî, çandî û warên din de têkiliyên xwe yên li gel Îraq û herêma Kurdistanê bihêztir bike.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.