Îsraîl derbeke dijwar li Îran û hizbulahê da

duhê bişev li başûrê Libnanê hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Rayedarekî mezin yê spah û hizbualhê hatiye kuştin.

Li gor çapemeniya cîhanî bi taybetî çapemeniya Tirkî, duhê bişev artêşa Îsraîlê bi çend hajekan êrîşî ser navçeya Mecadil ya li Başûrê Libnanê kiriye.

Di encama êrîşa han de Fermandarekî mezin yê hizbulaha Libnanê bi navê Hesen Husên Selamî ( bê goman ev kesê han rayedarekî mezin yê spaha pasdarana Îranê ye jî) hatiye kuştin.

Ji aliyê xwe ve hizbulaha Libnanê jî ev nûçe piştrast kiriye û ragihandiye ku, di encama êrîşa duhê bişev ya Îsraîlê de Fermandarekî mezin yê hizbulahê bi navê Hesen Hûsên Selamî hatiye kuştin û bi vê rengî hijmara endamên hizbulahê yên ku, ji 8ê Cotmehê ve heta îro bi destê Îsraîlê hatine kuştin bûye 218 kes.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.