Erdogan serdana Îraqê dike

piştî hilbijartinên Tirkiyeyê serdana Îraqê dike.
کوردستان TV
100%

Di dawiya Adarê de Erdogan serdana Bexdayê dike.

Li gor çapemeniya Tirkî, Serokkomarê vê welatî Receb Teyyib Erdogan ragihandiye ku, piştî hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê ku, di 31ê Adarê de têne kirin vê serdana Îraqê bike.

Erdogan diyar kiriye ku, di çarçoveya vê serdana han de li gel rayedarên Îraqî behsa mijarên ewlekarî, dîplomatîkî û kêşeya avê ya navbera Îraq û Tirkiyeyê de bike.

Erdogan herwiha diyar kiriye ku, bo dubare destpê kirina henarde kirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Cîhanê vê li gel rayedarên Kurdistanê jî giftûgo bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.