Behsa çend mijaran di civînê de hatiye kirin.
Di çarçoveya serdana xwe de ya bo Amerîkayê,îşev bi dema Hewlêrê Serokwezîr Mesrûr Barzanî di sê civînên cuda de li gel sê rayedarên wezareta derve civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;
Îro duşem li Washîngtonê di sê civînên cuda cuda de li gel Alîkara wezîrê derveya Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata nêz Barbara Leaf, Bîrkara wezareta derve bo karûbarên asayîşa medenî, demokrasî û mafên mirovan Ezra Zia û Alîkarê wezîrê derve bo çavkaniyên enerjiyê Geoffrey Piatt civiyan.
Di civînan de me giftûgo derbarê pêşde birina têkiliyên du alî, parastina mafên pêkhateyan û pêşde birina çanda bihevre jiyana aştiyane, azadiya olî û normal kirina rewşa Şingal û herwiha destpê kirina henarde kirina petrola herêma Kurdistanê û pêşde birina kerta enerjiyê li herêma Kurdistanê de kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin