Serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Amerîkayê civiyan

piştîvaniya Amerîkayê bo Kurdistanê berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Behsa têkiliyên navbera Kurdistanê û Amerîkayê kirin.

Îşev Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Washîngtonê li gel wezîrê derve yê Amerîkayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr wisa nivîsand;

Îro duşem li Washingtonê li gel wezîrê derve yê Amerîkayê birêz Antony Blinekn civiyan.

Di civîneke dostane de me giftûgo derbarê çend mijarên cîhê girîngiya hevbeş û têkildar bi pêşde birina têkiliyên du alî û çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de kir.

Di destpêka civînê de wezîrê derve yê Amerîkayê balkêşande ser girîngiya herêma Kurdistanê weke hevbeşeke xwedan girîngî ya Amerîkayê û tekez li ser vê yekê kir ku, hevbeşiya me li ser buhayên hevebş, berejwendiyên hevbeş û bihevre qurbanîdana hevbeş hatiye avakirin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana me bo Washîngtonê diyar kir û tekez li ser berdewamiya piştîvaniya Amerîkayê bo parastina asayîş û aramiya herêma Kurdistanê weke pêgeheke federalî di çarçoveya Îraqê de kir.

Me jî spasiya piştîvaniyên berdewam yên Amerîkayê bo herêma Kurdistanê weke hevbeşeke Amerîkayê kir û bihevre çend qonaxên dijwar derbas kirine û bi hêvîne bihevre rûbirûyê astengî û arîşeyên nû bibin.

Parastina asayîşa herêma Kurdistanê, çareser kirina kêşeyên bûdce û dabîn kirina şayîsteyên darayî û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û rêz girtin ji sîstema federalî û pêgeha destûrî ya herêmê û parastina mafên pêkhateyên Kurdistanê û destpê kirina henarde kirina petrola herêmê û cîhbicîh kirina rêkeftina Şingal û derketina çekdarên derqanûnî ji vê deverê mijarên din yên vê civînê bûn.

Em her du alî li ser vê yekê ku, biryarên dadgeha federalî û pêngavên dijî herêm û sîstema federalî li Îraqê cîhê dilgiraniyêne hemfikir bûn û tekez li ser vê yekê kir lazime rêz ji pêgeha destûrî ya herêmê û sîstema federalî û bingehên demokrasiyê li Îraqê were girtin û her du alî tekez li ser vê yekê kir ku, lazime herêma Kurdistanê bi awayeke dadmend para xwe ji bûdceyê bistîne.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.