Serokwezîrê Kurdistan û wezîrê derve yê Amerîkayê dicivin

behsa têkiliyên navbera Amerîka û Kurdistanê dikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr duhê gehêştibû Amerîkayê.

Îro wezareta derve ya Amerîkayê belav kir ku, vê îro duşem seat 11 bi dema Amerîkayê (seat 7ê êvarê bi dema Hewlêrê) Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê derve yê Amerîkayê Antoy Blinken dicivin.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê hatiye diyarkirin ku, vê di civînê de her du alî giftûgo li ser têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, rewşa Îraqê û çend mijarên din bikin.

Weke tê zanîn Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî duhê li ser vexwandina fermî ya rayedarên Amerîkî çû bû Amerîkayê û biryare di çarçoveya vê serdana han de li gel hijmareke rayedarên Amerîkî bicive.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.