Vê carê Senaya paytext kirine armanc.
Çapemeniya Yemenî belav kiriye ku, duhê bişev Amerîka û Brîtanyayê êrîşî ser çend navendên Hûsiyan li Senaya paytexta Yemenê kirine.
Li gor çapemeniya Yemenî di encama êrîşên han de teqînên gelek mezin çê bûne û tê payîn navendên cebelxane yên Hûsiyan hatibin bordimankirin.
Ji bilî bordiman kirina navendên hûsiyan yên li Senayê hevdem her duhê bişev çend navend û cîhên din yên hûsiyan li bajar û deverên din yên Yemenê hatine bordimankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin