Mesrûr Barzanî kevira bingehîn ya pira Tiweqût danî

dibêje di pêşerojê de zêdetir xizmeta Helebceyê dikin.
کوردستان TV
100%

Di merasîmê de Serokwezîr gotareke kurt jî pêşkêş kir.

Di çarçoveya serdana xwe de bo Helebceyê îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî serdanî kirina goristana şehîdan û birêveberatiya hatûçûya Helebceyê, çû keraxê bendava ser rûbara Sîrwanê û kevira bingehîn ya pira Helebceyê danî û gotareke kurt jî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rixmî bixêr hatin kirina mêwanan ragihand ku, kêfxweşe ku, dîsa li Helebceyêye û xizmet kirina Helebceyê jî erkê wan yê serekeye û berdewam dibin li ser xizmet kirina Helebceyê.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku, gelek cara hewl daye serdana Helebceyê bike lê jiber hin astengiyan ev serdan bo îro hatiye paşxistin. Ez gelek kêfxweşim ku, li paytexta şehîdan kevira projeyên bingehîn datînim mixabin ava kirina wan projeyan gelek paş ketiye.

Devera Şarezûr û Hewraman devereke girîng û steratejîk û navendeke rewşenbîrî ya bihêze û xwedan çend kesatiyên navdar û dîrokiye.

Em serfirazin ku, Helebce di warê nebûna tundiya dijî jinan di rêza yekem deye û ev jî nîşaneya hebûna çandeke bihzê ya civakiye herwiha Helebce di warê çandiniyê de jî navendeke gelek girînge û hinarên Helebceyê li ser asta cîhanê deng vedaye û hikûmeta herêma Kurdistanê jî hewl dide rixmî piştîvanî kirina Cotkarên deverê hevdem berhemên wan jî bo bazarên derve bişîne.

Xelkê vê deverê gelek qurbanî daye, Helebce bûye sembola qurbanîdana gelê Kurdistanê lê mixabin weke pêwîst xizmeta Helebceyê nehatiye kirin lewre lazime em hemû xwe deyindarên Helebce bizanin û ji niha û pêde zêdetir xizmeta Helebceyê bikin.

Her çend bikerên tawanên dijî Helebceyê hatine cezakirin lê mixabin heta niha hikûmeta federalî erkê xwe yê exlaqî li hember Helebceyê cîhbicîh nekiriye û Helebce qerebû nekiriye.

Hewldanên bo bê buha kirina kîmiyabaran kirina Helebceyê didomin û lewre lazime em gelek hişiyar û çav vekirî bin û lazime baldar bin jiber ku, ji aliyekê ve dixwazin me bifitisînin lê ji aliyeke din ve jî dixwazin xwe weke rizgarkerên me nîşana me bidin.

Lazime niha em rûbirûyê hikûmeta federalî bibin û zextê lê bikin daku, erkên xwe li hember Helebce û xelkê Helebceyê cîhbicîh bike, Helebce birîneke li ser laşê me û ev birîn ti carî nayê jibîrkirin.

Cîhê ecîbmayînêye ku, rixmî tevahiya hewldanan lê rêkarên biparêzgeh kirina Helebceyê ji aliyê hikûmeta federalî ve nayêne cîhbicîhkirin ev di demekê deye ku, ev jî kareke derqanûnî û nerewaye û zilimeke dine ku, derheqê xelkê Helebceyê tê kirin û daxwaz ji aliyên siyasî û parlementoya federalî dikin ku, di vê warê de bilez gavan bavêje û bûdceyeke taybet jî bo awedan kirina Helebce û jêrxana Heleceyê dabîn bike.

Cîhê dilgiraniyê ye ku, hikûmeta niha ya federalî çend caran di civînan de ku, me daxwaza qerebû kirina Helebceyê kiriye ragihandiye ku, em li hember tawanên rejîmê berê ne berpirsiyarin, ev kêşeyeke mezine û em ji wan dipirsin ka çawe dibe hun zagonên rejîmê berê cîhbicîh dikin lê amadenabin li hember tawanên rejîma berê erkên xwe yên exlaqî û însanî cîhbicîh bikin.

Serokwezîr di beşeke din ya gotara xwe de anî ziman ku, hêvî dike di demên pêş de zêdetir bikaribin xizmeta Helebce bikin û projeyên zêdetir yên xizmetgozarî li vê deverê cîhbicîh bikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.