Serokwezîr li gel rayedarên Helebceyê civiya

beşeke dahata Helebceyê bo cîhbicîh kirina projeyan li vê deverê tê xerckirin.
کوردستان TV
100%

Kolêja nûjdarî li Helebceyê tê vekirin.

Di çarçoveya serdana xwe de bo parêzgeha Helebceyê, kêliyek beriya niha Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel rayedarên Helebceyê civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê kêşe û arîşeyên heyî yên li deverê hate kirin û Serokwezîr jî ragihand ku, lazime zêdetir xizmeta Helebce û Helebceyiyan were kirin û bo vê yekê jî ji niha û pêde beşek ji dahata Helebceyê bo cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî li Helebceyê tê xerckirin.

Serokwezîr herwiha diyar kir ku, ji niha û pêde lez di prosesa bi qeza kirina Xormalê jî tê kirin.

Herwiha biryare pireke mezin jî ku, dirêjahiya vê 350 metreye bi têçûya 31 miliyar dînaran li Helebceyê were çêkirin ku, Helebce û devera Gerimiyan bihev re girê dide îro kevira bingehîn ya vê jî were avêtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.