Lîreya Tirkî herifî

1 dolar 31 lîre derbas kiriye.
کوردستان TV
100%

1 dolar bûye 31 lîre.

Rixmî hewldanên hikûmeta Tirkiyeyê yên bo dabîn kirina çavkaniya darayî ji derve û bilind kirina rêjeya faîz û kontrolkirina giranî, lê qirîza darayî ya li Tirkiyeyê her diçe dijwartir dibe û lîreya vê welatî jî her diçe zêdetir buhayê xwe ji dest dide.

Buhayê lîreya Tirkiye ku, li hember diravên biyanî duhê bişev dabezîneke berçav dîtibû, îro dîsa careke din buhayê xwe ji dest da û buhayê 1 dolarê Amerîkî gehêşte 31 lîre û 33 qirûş û buhayê yek euroyê jî 33 lîre û 86 qirûş derbas kir.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.