Jiber belav kirina kilîpeke Kurdî hatine girtin.
Li gor çapemeniya Rojhilatê Kurdistanê hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li Parêzgeha Xorasanê jiber belav kirina kilîpeke Kurdî Hunermendek û 4 welatiyên Kurd binçav kirine.
Ev operasiyona binçav kirinê piştî vê yekê hat ku, rojên derbasbûyî Hunermend Elî Kerîmî kilîpeke Kurdî bi hevkariya 4 kesan belav kiribû û hêzên rejîmê jî ji vê yekê tirsan û operasiyon kirine û ev her 5 kes girtine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin