Tirkiye berdewame li ser guhertina demografiya Kurdistanê

hijmara wan nêzî 800 kese.
کوردستان TV
100%

Tirkên ji welatên din li Kurdistanê bicîh dike.

Siyaseta rejîma Tirkiyeyê ya bo guhertina demografî û dagîr kirina Kurdistanê bi reng û şêwazên nû didome.

Di vê çarçoveyê de hate zanîn duhê 218 malbetên Tirkên Ahıska ku, hijmara wan nêzî 800 kese, ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve bo navçeya Ehlat ya Bedlîsê hatine veguhastin û bi awayeke hertimî li vê deverê hatine bicîhkirin.

Ev pêngava han piştî biryara sala 2015an  ya hikûmeta Tirkiyeyê ya taybet bi guhertina demografiya Kurdistanê hatiye avêtin û Tirkiye ji bilî Tirkên Ahiska hevdem malbet û kesûkarên endamên komên çekdar yên welatiyên welatên Asyaya navîn li Rojava û hin deverên bakûrê Kurdistanê bicîh dike.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.