Li Serokatiya herêmê civînek tê lidarxistin.
Biryare îro li Serokatiya herêma Kurdistanê civînek bi beşdariya komîsyona bilind ya hilbijartinên Îraqê, nûnerê Netewên Yekgirtî li Îraqê û Serokatiya herêma Kurdistanê civînek derbarê hilbijartinên parlementoya Kurdistanê de were lidarxistin.
Di civîna îro de vê biryar li ser diyarî kirina roja dengdanê were dayîn û demek bo hilbijartinên parlementoya Kurdistanê were diyarîkirin.
Weke tê zanîn beriya niha Serokê herêmê meha Sibatê bo hilbijartinê diyarîkiribû lê jiber ku, komîsyona hilbijartinên Îraqê nikarîbû xwe amade bike, ev yek hate paşxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin