Tirkiye pişt li Exwan Elmuslêmîn kir

vê rayedar û endamên Exwan Elmuslêmîn ji Tirkiyeyê werin avêtin.
کوردستان TV
100%

Nasnameya welatî bûna Sekreterê giştî yê vê tevgerê hatiye hilweşandin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê piştî serdana Serokkomarê Tirkiyeyê bo Misirê siyaseta Tirkiyeyê li hember tevgera Exwan Elmuslêmîn hatiye guhertin.

Çapemeniya Tirkiyeyê qala vê yekê dikin ku, Erdogan piştî vegera xwe ji Misirê biryar daye daku, bilez nasnameya welatîbûna Tirkiyeyê ya Sekreterê giştî yê vê tevgerê Mehmûd Husên û çend rayedarên din yên vê tevgerê were hilweşandin.

Çapemeniya Tirkiyeyê diyar kiriye ku, niha Muhemed Husên ku, nasnameya welatîbûna Tirkiyeyê jê hatiye stendin xaniyê xwe yê li Enqereyê difiroşe û li gel rayedarên din yên vê tevgerê hewl didin biçin welateke din.

Weke tê zanîn dema desthilat li Misirê hate guhertin Erdogan tevgera Exwan Elmuslêmîn vexwand Tirkiyeyê û piraniya endam û rayedarên vê tengerê kire xwedan nasnameya welatî bûna Tirkiyeyê.

Her di vê çarçoveyê de jî Erdogan ji bo ku, Îsraîl ji xwe razî bike pişt li Hemasê kir û gelek rayedarên Hemasê ji Tirkiyeyê derkir.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.