Serokê herêmê li gel Alîkara wezîrê berevanî yê Amerîkayê civiya

behsa rewşa aloz ya Rojhilata Navîn hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa êrîşên ser hêzên hevpeymanan hate kirin.

Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel rayedarên welatên din de li Munichê îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî civîna xwe ya li gel şanda civata nuneran ya Amerîkayê, li gel Alîkara wezîrê berevanî yê Amerîkayê Celeste Wallander civiya.

Di civînê de giftûgo derbarê metirsiyên terorê, kêşeyên ewlekariyê li Îraq û deverê û rewşa Rojhilata Navîn de hate kirin.

Her du alî li ser girîngiya aramî û ewlekariya Îraq û herêma Kurdistanê bo deverê hemfikir bûn û tekez li ser vê yekê kirin ku, di demekê de ku, eger heye şerê li Xezeyê berfire bibe, nabe Îraq xwe bixe nava kêşeyan û lazime giranî bide ser şerê dijî terorê.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser êrîşên ser hêzên hevpeymanan û nuneratiyên dîplomatîkî û bandorên wan êrîşan hate kirin û tekez li ser pêşî girtin ji dubare bûna wan êrîşan hate kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.