Kuştî û birîndar hene.
Li gor kanala meyadîn ya Libnanî duhê bişev balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser bajarê Nrebtiye ya li Başûrê Libnanê kirine.
Di encama êrîşa han de awahiyek ku, tê payîn cîhê mayîna çekdarên Hizbulahê bûye hatiye armanckirin û tê gotin ku, di encama bordimanê de kuştî û birîndar jî hene.
Ji aliyeke din ve hin çavkaniyên Erebî jî behsa vê yekê dikin ku, di encama êrîşa han de 8 welatiyên medenî hatine kuştin û 7 welatiyên din yên medenî jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin