Li başûrrojavayê Îmraliyê keştî bin av bû

hewldanên rizgar kirinê didomin.
کوردستان TV
100%

Li Deryaya Marmarayê, li başûrrojavayê Girava Îmraliyê keştiyeke kargoyê bin av bû.

Ji bo personelên keştiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kiriye.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Peravan têkildarî binavbûna keştiyê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Peravan, keştiya kargoyê ya ku bin av bûye bi navê “BATUHAN A” ye û dirêjiya wê 69 metre ye.

Hat destnîşankirin ku ji bo keştiya kargoyê botên rizgarkirinê yên KEGM-6 û KIYEM-4 sewqî cihê bûyerê hatine kirin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.