Li Erzincanê karesateke mezin qewmî

li ser bijehrî bûna ava firatê fikar hene.
کوردستان TV
100%

Herî kêm 9 karker wendane.

Êvara îro sêşem li Erzencanê li medeneke zêrê karesateke mezin çê bû û herî kêm 9 karker ketine bi axê ve.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê ev herifîna axê di nava kaniyeke zêrê de ku, têde gelek madeyên kîmiyayî yên weke siyanûr hatine bikaranîn çê bûye.

Rayedarên Tirkiyeyê jî li ser vê yekê ku, paşmayiyên vê herfîna han bigehêjin bendava Firatê ya li ser rûbarê firatê bi fikarin jiber ku, dibêjin eger paşmayiyên vê herfînê bigehêjin ava rûbara firatê vê demê av jehrî dibe û karesateke mezin ya jîngehî çê dibe.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.