Dema êrîş kirine ser Îranê hatiye

dibêje lazime êrîşî ser navendên etomî û jêrxana abûrî ya Îranê were kirin.
کوردستان TV
100%

Du rayedarên berê yên Amerîkayê dibêje lazime êrîşî ser Îranê were kirin.

Aloziyên li deverê didomin û çekdarên Îranî jî yên li deverê berdewamin li ser êrîşên xwe yên li dijî hêzên Amerîkî û rayedarên berê yên Amerîkayê jî şîret didin hikûmetê û dibêjin li Îranê bidin.

Her yek ji Cîgirê berê yê Serokê Amerîkayê Mike Pense û wezîrê berê yê derve yê Amerîkayê Mike Pempeo di gotarên xwe de eşkere kirine ku, çavkaniya tevahiya aloziyên li deverê de Îranê û Îran berdewame li ser piştîvanî kirina komên çekdar û terorîstan lewre lazime hikûmeta Amerîkayê biryar bide û êrîşî ser Îranê bike.

Ev her du rayedarên Amerîkî diyar kirine ku, niha dem baştirîn deme bo êrîş kirine ser Îranê.

Ev  her du kesên han daxwaz kirine êrîşî ser navendên etomî yên Îranê û jêrxana abûriya Îranê were kirin û cezayên dijwar li ser rejîma Îranê werin sepandin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.