Ciwanekî din yê Kurd bi destê rejîma Îranê hate qetil kirin

duhê bişev li devera Baneyê hatiye kuştin.
کوردستان TV
100%

Li ser sînor karê Kolberiyê dikir.

Li gor zaniyariyên berdest û çavkaniyên nûçeyan şeva derbasbûyî çekdarên rejîma Îranê li ser sînorên Kurdistanê li devera Hengejal ya li Baneyê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku, di encama êrîşa çekdarên rejîma Îranê de bo ser karwana Kolberên Kurd, ciwanekî Kurd bi navê Seywan Sehîhî temen 20 sal û xelkê bajarê Baneyê hatiye kuştin.

Hengawê diyar kiriye ku, di salekê de herî kêm 22 Kolberên Kurd bi destê rejîma Îranê hatine kuştin û 116 Kolberên din jî hatine birîndarkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.