Îraq projeyeke girîng ya jîngehî cîhbicîh dike

200 hektar erdê parêzgehê tê şînkirin.
کوردستان TV
100%

Ev proje li Necefê tê cîhbicîhkirin.

Li gor nûçeyeke rojnameya fermî ya Îraqê ( Sebah) projeya çandina sed hezaran daran li parêzgeha Necefê  yaku, sala 2007an destpê kiriye, berdewame.

Di nûçeya han de hatiye gotin ku, ji sala 2007an ve dema proje destpê kiriye, jiber çend kêşeyan ev proje rastî rawestanê hatibû lê vê carê birêveberatiya çandiniyê ya Necefê bo temam kirina vê projeya han bûdceya pêwîst dabîn kiriye.

Bi dabîn kirina vê bûdceya han vê li parêzgeha Necefê li ser rûbera 200 hektar ji erdên vê parêzgehê bi çandina daran were şînkirin û ev yek jî bandoreke gelek girîng li ser rewşa jîngehê ya li deverê de dike.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.