Serokkomarê Tirkiyeyê diçe Misirê

hîn jî têkiliyên navbera wan du welatan alozin.
کوردستان TV
100%

Tirkiye û Misir têkiliyên xwe normalize dikin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê biryare îro Serokkomarê vê welatî Receb Teyyib Erdogan serdana Îmaratê bike û li gel rayedarên vê welatî behsa têkiliyên navbera Tirkiye û Îmaratê û şerê li Xezeyê bike.

Çapemeniya Tirkiyeyê diyar kiriye ku, vê Erdogan roja sêşemê 13ê Sibatê serdana Qahêre jî bike û li gel rayedarên Misirê jî bicive.

Piştî kudetaya leşkerî ya li Misir û dawî anîn bi hikûmeta Exwanan ya bi Serokatiya Mihemed Mûrsî, têkiliyên Tirkiye û Misirê têkçûn û ev zêdetir ji 1 sale Erdogan hewl bo normal kirina wan têkiliyan dide.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.