Amerîka jî li dijî vê operasiyonê ye.
Li gor çapemeniya Îsraîlî duhê bişev artêşa Îsraîlê bi êrîşên berfire yên asmanî bi fermî dest bi operasiyona ser bajarê Refeh ya li Xezeyê kiriye.
Artêş û hikûmeta Îsraîlê diyar kirine ku, heta Refeh jî bi temamî kontrol nekin vê operasiyon berdewam be û di vê çarçoveyê de duhê bişev balefirên şer yên Îsraîlî dest bi bordiman kirina Refeh kirin û di encama bordimana han de bi dehan kes hatine kuştin û gelek kesên din jî birîndarin.
Ev operasiyon di demekê deye ku, him Amerîka û him jî welatên derdorê bi taybetî Misir li dijî vê operasiyona han helwesta xwe raberî Îsraîlê kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin