Rûsye bi 45 dronan êrîşî ser Kievê kir

40 ji wan dronên Rûsî hatine xistin.
کوردستان TV
100%

40 ji wan dronan hatine xistin.

Wezareta berevanî ya Ukraynayê îro yekeşm belav kir ku, şeva derbasbûyî Rûsye bi 45 dronan êrîşî ser Kiev û başûrê Ukraynayê kiriye.

Di daxuyaniya artêşa Ukraynayê de hatiye diyarkirin ku, sîstema berevanî ya Ukraynî kariye 40 ji wan dronan bixe erdê.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di encama êrîşa han de welatiyek birîndar bûye, boriyeke veguhastina gazê teqiyaye û avahiyeke nîştecîhbûnê jî rastî zirarên madî hatiye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.