Amerîka: Me balyozxaneya xwe vala nekiriye

Amerîka derbarê rewşa Îraqê de huşdarî dide.
کوردستان TV
100%

Dibêje ewlekariya karmendên me bo me girînge.

Piştî belav kirina çend nûçeyan ji aliyê çapemeniya Îraqî ve ya derbarê vala kirina balyozxaneya Amerîkayê ya li Îraqê, wezareta derve ya Amerîkayê jî daxuyanî da.

Di daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê de hatiye gotin ku, beriya niha me ferman kiriye daku, karmendên ne hewce li balyozxaneyê werin vekêşandin û piştî vê ti geşedaneke din çê nebûye û me balyozxane vala nekiriye.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, ewlekariya balyozxane, karmend û hêzên Amerîkî bo Amerîkayê gelek girînge.

Weke tê zanîn biryare piştî du mehên din balyoza Amerîkayê li Îraqê were guhertin û Amerîka jî derbarê rewşa Îraqê de huşdarî dide.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.