Amerîka: Êrîşên me berdewam dibin

dibêje ji niha û pêde vê bersifên me dijwartir bibin.
کوردستان TV
100%

Fermandariya navendî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.

Piştî êrîşa duhê bişev ya Amerîkayê ya bo ser Fermandarên hizbulahê li Bexdayê, îro Fermandariya navendî ya Amerîkayê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya han de Fermandariya navendî ya Amerîkayê diyar kiriye ku, êrîşa duhê bişev ji aliyê Amerîkayê ve hatiye kirin û Amerîka û hêzên Amerîkî berdewam dibin li ser berevanî kirin ji welatî, hêz û berejwendiyên xwe li her derê.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku, Amerîka ji ti kes û aliyek ku, êrîşî ser hêz, welatî û berejwendiyên Amerîkayê bike xweş nabin û vê bi tundtirîn awayî bersifa her cure êrîşekê bidin.

Weke tê zanîn duhê di encama êrîşa Amerîkayê ya li Bexdayê de 3 Fermandarên hizbulahê hatibûn kuştin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.