Îraq daxwazek pêşkêşî Amerîkayê dike

jiber veguhastina pereyan bo Îranê 8 bankên Îraqî hatine cezakirin.
کوردستان TV
100%

Dibêje cezayên ser bankên Îraqî hilweşîne.

Li gor çapemeniya Îraqî, wezîrê derve yê vê welatî Fûad Husên bi rêya telefûnê peywendî bi wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken re kiriye û di peywendiya han ya telefûnî de behsa cezayên dawî yên Amerîkayê yên dijî 8 bankên Îraqî hatiye kirin.

Di vê peywendiya han de Fûad Husên daxwaz ji Amerîkayê kiriye daku, cezayên ser wan 8 bankên Îraqî hilweşîne jiber ku, ev cezayên han vê bandoreke nerênî li ser abûriya Îraqê bikin.

Weke tê zanîn beriya du rojan Amerîka ragihandibû ku, jiber veguhastina pereyan bo Îranê 8 bankên Îraqî ceza kiriye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.