Herî kêm 9 navnedên wan hatine bordimankirin.
Artêşa Îsraîlê îro çarşem ragihand ku, êrîşî ser navendên hizbulaha Libnanî û komên çekdar yên Îranî yên li Hims û derdorê kirine.
Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, di vê operasiyona han de herî kêm 9 navendên çekdarên han hatine bordimankirin.
Ji aliyê xwe ve çapemeniya Sûrî jî belav kiriye ku, îro danê sibê li Hims û derdorê dengê 9 teqînên mezin hatiye bihîstin.
Heta niha derbarê zirarên bordimana han de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin