Li Îstenbûlê rewşa awarte hate ragihandin

polîs û welatiyên medenî di nava birîndaran de hene.
کوردستان TV
100%

Kuştî û birîndar hene.

Îro danê nîvroyê li Îstenbûlê du kesên çekdar êrîşî ser dadgeha Îstenbûlê kirin.

Di encama êrîşa han de pevçûn di navbera polîs û çekdaran de çêbûye û kuştî û birîndar jî hene.

Wezareta navxwe ya Tirkiyeyê ragihandiye ku, du kes hatine kuştin û herî kêm 7 kes jî birîndar bûne.

Hin çavkaniyên nûçeyan jî qala vê yekê dikin ku, her du êrîşkar hatine kuştin û 3 polîs û herî kêm 4 welatiyên medenî jî birîndar bûne.

Ji aliyê xwe ve wezareta navxwe ya Tirkiyeyê jî qala ragihandina rewşa awarte li Îstenbûlê kiriye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.