Şerê li deryaya sor didome

dibêje du dronên bombekirî jî hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Amerîka û Brîtanya dîsa êrîşî ser hûsiyan kirin.

Li gor daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê, piştî êrîşa çekdarên hûsî li Yemenê bo ser keştiyeke bazirganî ya Brîtanî, îşev careke din Amerîka û Brîtanya êrîşî ser çend navendên çekdarên hûsî kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku, di encama êrîşa çekdarên hûsî de zirarên xefîf yên madî di nava keştiyeke Brîtanî de çê bûne û piştî vê êrîşî, hêzên Amerîkî û Brîtanî jî bersifa hûsiyan dane û li bajarê Seada êrîşî ser çend navendên çekdarên hûsî kirine.

Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, her di çarçoveya heman êrîşê de du dronên bombekirî yên hûsiyan jî hatine xistin.

Weke tê zanîn jiber ku, çekdarên Hûsî bo piştîvaniya Hemasê dest bi avêtina mûşekan bo Îsraîlê kirine û êrîşên keştiyan li deryaya sor dikin, bûne armanca êrîşên Amerîka û hevpeymanên wî yên cîhanî.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.