Ti encamek ji civînê derneket

Amerîka tekez li ser domandina êrîşên xwe dike.
کوردستان TV
100%

Civata ewlekariya NY li ser daxwaza Rûsyeyê civiya bû.

Duhê civata ewlekarî ya Netewên Yekgirtî derbarê êrîşên Amerîkayê yên bo ser komên çekdar li Îraq û Sûriyeyê, li ser daxwaza Rûsyeyê civiya.

Di civînê de rexne li Amerîkayê hate kirin û Amerîka jî bersifa rexneyan da û ragihand ku, ev êrîşên han mafê me yê revaye û dikevin çarçoveya parastina reva de.

Her di heman civînê de hate gotin ku, jiber wan êrîşan û dom kirina wan êrîşan eger heye rewşa deverê bi yekcarî têk biçe û şer berfire bibe.

Weke tê zanîn piştî êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê li dijî hêzên Amerîkî li Urdinê, Amerîka hem li Sûriye û him jî li Îraqê êrîşî ser wan komên çekdar kiriye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.