4 mûşekên din yên Hûsiyan hatin xistin.
Fermandariya navendî ya hêzên navendî ya Amerîkayê îro duşem ragihand ku, êrîşên Amerîkayê yên bo ser çekdarên Hûsî yên ser bi Îranê li Yemen û deryaya sor didomin.
Di daxuyaniya Fermandariya navendî ya Amerîkayê de hatiye eşkere kirin ku, duhê bişev hêzên deryayî yên Amerîka û hevpeymanan karîne 4 mûşekên Hûsiyan yên ku, bo avêtin bo keştiyên bazirganî li deverê de hatibûn amadekirin jinavbibin.
Di beşeke din ya vê daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, vê êrîşên Amerîka û hevpeymanan dijî hûsiyan berdewam bin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin