Şerê li Xezeyê didome

şerê li Xezeyê berdewame û Îsraîl jî dibêje jinav birina Hemasê armanca sereke ya me ye.
کوردستان TV
100%

Îro leşkereke din yê Îsraîlî hate kuştin.

Artêşa Îsraîlê îro yekşem ragihand ku, di şerê li başûrê Xezeyê de leşkereke din yê Îsraîlî hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kiriye ku, ji destpêka şerê dijî hemasê yaku, di 7ê Cotmeha 2023an de destpê kiriye heta îro bi giştî 562 leşkerên Îsraîlî hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê tekez li ser vê yekê kiriye ku, şerê wan li dijî Hemasê berdewam dibe.

Ji aliyê xwe ve rayedarên Felestînî jî behsa vê yekê dikin ku, jiber şerê hanê heta niha zêdetir ji 27 hezar kes canê xwe ji dest dane.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.