Hevpeymaniya dijî Hûsiyan êrîşeke berfire pêk anî

dibêje êrîşên dijî hûsiyan berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

13 navendên Hûsiyan hatine bordimankirin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihand ku, şeva derbasbûyî dîsa êrîşî ser 13 navendên girîng yên Hûsiyan li Yemenê kirine.

Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Amerîkayê, êrîşa duhê bişev ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ya dijî Hûsiyan û bi hemahengî di navbera Amerîka, Brîtanya, Austiraliya, Holenda, Behreyîn, Danîmark û New Zeland pêk hatiye û di encama êrîşên han de 13 navendên girîng yên hilgirtin û avêtina hajekan û navendên cebelxane yên Hûsiyan hatine bordimankirin.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê tekez li ser vê yekê kiriye ku, êrîşên hevpeymanan bo ser Hûsiyan ku, ji aliyê Îranê ve têne piştîvanî kirin berdewam dibin.

 

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.