Amara destpêkê ya kuştiyên çekdarên Îranî hat eşkere kirin

Serokê Amerîkayê jî dibêje ev destpêke û êrîşên me berdewam dibin.
کوردستان TV
100%

Herî kêm 31 çekdar hatine kuştin.

Çapemeniya Îraqî belav kir ku, di encama êrîşên duhê bişev yên Amerîkayê yên bo ser çekdarên Îranî li Îraq û Sûriyeyê herî kêm 31 çekdar li wan her du welatan hatine kuştin.

Li gor jêderên çapemeniyê li bajarê Qayîmê li Îraqê herî kêm 16 çekdar hatine kuştin û 25 çekdarên din jî birîndar bûne ku, birîna piraniya wan dijware.

Herwiha li Sûriyeyê jî di encama heman êrîşan de 18 çekdar hatine kuştin û 26 çekdarên din jî birîndar bûne ku, birîna 10 ji wan dijware.

Di nava wan kuştiyan de Fermandarekî wan çekdaran jî heye.

Ji aliyeke din ve Serokê Amerîkayê jî dibêje ev hîn jî destpêka êrîşên meye û ev êrîş vê berdewam bin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.