Çekdarên Îranî ev êrîş pêk anîne.
Li gor nûçeyeke kanala Cezîre, îşev piştî êrîşên Amerîkayê yên bo ser çekdarên Îranî li Sûriye û Îraqê, koma eniya berxwedana Îslamî li Îraqê yaku, komeke ser bi Îranê ye, êrîşî ser du navendên leşkerî yên hêzên Amerîkî kiriye.
Çavkaniyê diyar kiriye ku, koma han bi dron û hajekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Tenef li Sûriyeyê û Eyn Esed li Rojavayê Îraqê kiriye.
Heta niha derbarê ziraran de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin